• Saturday, 21 February 2026
logo

Frokeyên Îraqê 22 serbazên xwe kuştin

Gulan Media April 19, 2016 Nûçe
Frokeyên Îraqê 22 serbazên xwe kuştin
Frokeyên Îraqî yên şerker li Mûsilê bi xeletî ve bombebarana topxaneya serbazên Îraqê kirin û 22 serbaz kuştin.

Li gorî zanyarîyên bi des War ketine: frokeyên Îraqî yên şerker li devera Şargat ya ser bi parêzgeha Mûsilê ve, bi xeletî bombebarana topxaneya serbazên Îraqê kirin û bi sedema bombebaranê 22 serbazên Îraqî kuştin û 15 serbaz jî bi giranî birîndar bûn.

Li gorî zanyarîyan: hêzên topxaneya Îraqê berîya tuşî bombebarana bi xeletî ve bibin, 17 ji terorîstên Daişê li Şargatê kuştibûn.

Li gorî heman jêderî, hêzên pêşmerge li bereya Neweran pêşveçûne û hijmareka gundên dewrûberê Mûsilê ji destê terorîstên Daişê rizgar kirine.

War.tv
Top