Hacî Mehmûd: Êdî pêwist nake Kurd herin Bexdayê
Mihemedê Hacî Mehmûd ku heftiya borî li Pîrmamê serdana Barzanî kir, dibêje: “Barzanî jî bi temamî ji Bexdayê bêhêvî bûye û bawer dike Kurd nikarin bi Bexdayê re li hev bikin.”
Mihemedê Hacî Mehmûd behsa Amerîka û yekrêziya kurdan jî dike û dibêje: “Li Bexdayê yekrêziya gelê Kurd nîne, lê yekrêziya PDK, YNK û Goranê heye bo parastina wezaretên xwe. Kurd ji helwesta Amerîkayê ditirsin. Li vê navçeyê niha kes guh nade Amerîkayê. Amerîka Afganistan têkda û terikand, pirsa Sûriyê çareser nekir û da destê Rûsya û welatên din û dike ku Iraqê jî ji dest bide. Tenê Kurd guh didin Amerîkayê. Divê Kurd biryara xwe bidin û xwe ji Bexdayê bikşînin.”
Biryar e şandeke bilind ji partiyên kurdî here Bexdayê û gotûbêjan bi serkirdên Iraqê re bike. Sekreterê Polîtbîroya PDKê Fazil Mîranî berê gotibû: “Emê gotûbêjên micid bi Bexdayê re bikin.” Lê bi dîtina Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê êdî çûna şanda Kurd bo Bexdayê ne pêwist e: “Pêwist e şanda Kurd tenê bo pêkanîna referandûmê here Bexdayê. Ji ber xatirê YNKê careke din gotûbêj bi Bexdayê re tên kirin, lê encam zelal e û dê tiştek neyê bidestxistin.”
Mihemedê Hacî Mehmûd dibêje dem hatiye ku Kurd gotina Amerîkayê bişkînin: “Divê Kurd bo kişandina ji Bexdayê xwedî yek helwestê bin. Çimkî niha li Bexdayê, parlamenterên Ereb sivikatiyê bi gelê Kurd û pîroziyên wî dikin.”
Bi baweriya Sekreterê Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê, Rûsya jî bi kurdan re ne rast e: “Rûsya berjewendiya kurdan naxwaze, lê ji bo qehirandina Tirkiyê û Amerîkayê dibêje em bi kurdan re ne.”
Mihemedê Hacî Mehmûd diyar dike ku nabe Kurd bê wergirtina “garantiyan” tevlî şerê Mûsilê jî bibin û dibêje: “Divê Pêşmerge bên parastin û peymanek li ser birêvebirina Mûsilê bê kirin.”
Rudaw
