Amerîka û Îranê xeta sor a Kurdan qebûl kirin
Rayedareke pile bilind ji Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji Amerîkayê re gotiye: “Vegera Nûrî Malîkî bo serokwezîriya Iraqê xeta me ya sor e. Em naxwazin Heyder Ebadî û Selîm Cibûrî werin guhertin.”
Rayedarê ku nexwest navê wî bê eşkerekirin got, Amerîka û Îranê li ser mana Heyder Ebadî û Selîm Cibûrî, lihev kirine.
Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê Zalmay Halilzad ji rojnamveya Şark el Avasatê re ragihandibû, dibe ku Amerîka û Îran ji bo çareserkirina kirîza li Iraqê alîkariya wî welatî bike.
Seroka Koma Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ya Parlamena Iraqê Ala Talebanî ji Rûdawê re diyar kir ku Selîm Cibûrî dê bîmine li ser kursiyê xwe yê serokatiya parlamentoyê û got: “Îran Cibûr weke kesayetek nerm dizane, ji ber vê yekê ew dê neyê guhertin.”
Heyder Ebadî ji Barzanî alîkarî xwest
Li gor agahiyan Rûdawê bidest xistine Heyder Ebadî ji bo ku li ser kursiyê xwe yê serokwezîriyî bîmine ji Mesûd Barzanî alîkarî xwestiye.
Hat zanîn Barzanî jî gotiye Kurd dê li dijî veguhertinan derbikeve.
Hewldanên Malikî
Herwiha li gor agahiyan Serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî Malikî ji bo guhertina Serokê parlamentoya Iraqê ji Rêberê Bloka Bedirê Hadî Amirî alîkarî xwestiye, lê Îran ketiye dewre û ew hewldana wî bêencam maye.
30 parlamenterên Bedir di parlamentoya Iraqê de hene.
130 parlamenterên nêzîk Malikî û Mukteda es Sadir dixwazin Serokomar, Serokwezîr û Serokê parlamentoya Iraqê bêne guhertin.
Rudaw
