Ebadî daxwaza civîneke awarte dike
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di daxuyaniyekê de ragihand ku derbaskirina şerê li dijî DAIŞê û pirsgirêkên emnî û aborî yên Iraqê pêwîstiya wan bi yekxistina hewlan heye.
Ebadî di daxuyaniyê de soz daye ku ewê berdewam be li ser proseya xwe ya çaksaziyê û ragihand ku guherîna kabîneya wezarî beşeke ji proseya giştgîr ya çaksaziyê û hemû ajans û desteyên serbixwe jî digre ber xwe.
Serokwezîrê Iraqê eşkere dike ku ew li benda encûmena nûnera ye ku rola xwe ya çavdêrî û yasadanînê bilîze û di çend rojên pêş de deng li ser guhertinên wezarî bide.
Heyder Ebadî daxwaz dike ku encûmena nûneran bicive û beşdar be di çareserkirin û derbaskirina wan pirsgirêk û krîzan de ku rûbirûyê Iraqê bûne.
Rudaw
