Cenêralekî Amerîkî: Iraq bûye sê perçeyên cuda
Ceneralê Xanenîşînî Amerîkî Remand Oderno ku maweyê 4 salan fermanderê Hêzên Amerîka bû li Iraqê, amaje bi wê yekê kir ku, Iraq yekperçeya xwe ji dest daye.
Oderno ji ajansa Fox News re gotiye: “Têkşikandina DAIŞê li Iraqê pêwîstî 50 hezar leşkerî ye, ne merce ku hemû Amerîkî bin, lêbelê girînge ku ew ji welatên hevpeymaniyê bin.”
Bi gotina pisporênleşkeriyên Amerîka, Remand xwedî planek leşkerî serkeftîbû li Iraqê, çavkaniyek jî dibêje: “Remand dibêje; bo me başe heger Iraq bimîne yekperçe, lêbelê divê em zanibin niha Iraq 3 navçeyên cuda ne, Kurd, Şîaa û Sune, Iraqa yekperçe dawî pê hatiye.”
Piştî piroseya azad kirina Iraqê ji aliyê Amerîka ve di sala 2003 de, herdu cenêral David Petrayos û Remand Oderno wek du fermandeyên serbazî Amerîkî li Iraq û Cîhanê hatin nas kirin.
Basnews
