Barzanî fermana girtina çend berpirsên hikûmetê da
Li gor agahiyan, li ser fermana Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî çend berpirsên Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat girtin.
Çavkaniyekê ji Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re ragihand, bi fermana Mesûd Barzanî û di çarçoveya projeya reforman de û bi guneha gendeliyê biryara girtinê ji çend berpirsên Rêveberiya Koç û Koçberan a girêdayî Wezareta Navxwe re hat derxistin.
Vî çavkaniyê ku nexwast navê wî were aşkerekirin, herwiha got: Di nav wan kesên ku hatin girtin, Rêvebirê Koç û Koçberan a Silêmaniyê jî heye, kubi tohmeta gendeliyê û hederdana wan pereyan hatine tohmetbarkirin, ku ji malbatên koçberên derveyî Herêma Kurdistanê re hatibû dabînkirin. Ew kes niha bi fermana dadgehê û bi kefaletê hatine berdan heya roja ku tên dadgehîkirin.
Li gor biryara Dadwerê Desteya Destpaqijiyê, Rêvebirê Koç û Koçberan a Silêmaniyê ji karê xwe hatiye dûrxistin û nikare biçe ser karê xwe heya ku dadgeh dosyay wî yekalî dike.
Ew yek di demekê de ye, ku çend roj berî niha her li ser fermana Barzanî, Serokê Banka Navendî ya Herêma Kurdistanê û hejmarek ji rêvebirên bankên hikûmeta ligel çend fermanberên din bi tohmeta gendeliyê hatin girtin.
Rudaw
