Parlamenterekî xwe ji fraksyona Yekgirtû vekişand
Roja yekşemî 17ê Nîsanê Parlamenterê Fraksyona Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê di Parlamentoya Iraqê de Adil Nûrî li ser hesaba xwe ya di tora civakî ya Facebookê de ragihand, ku endamîtiya xwe di fraksyona Yekgirtûyê de hilweşandiye.
Adil Nûrî ji ber ku bêyî biryara serkirdatiya partiya xwe, beşdarî di civîna parlamenterên Iraqê yên di girevê de kiribû, rastî rexneyên tund hat, ragihandiye: “Ez dê berdewam bim li ser rûbirûbûna gendeliyê û bergirîkirin li mafê ax û xelkê xwe.”
Adil Nûrî herwiha daye xuyakirin, ku ew dê dest ji endamîtiya di Fraksyona Yelgirtû de berde û sedema wê jî wiha dide xuyakirin: Ji ber Yekgirtûya ezîz ez dê endamîtiya xwe di fraksyona xwe de rawestînim.
Nûrî tekez jî dike: “Ez her endamekî dilsoz û xwmxorê Yekgirtûyê me, çimkî ez xwe bi xwedanê (wê) dizanim.”
Wî parlamenterê Yekgirtûyê herwiha îdia kiriye, ku wî bo yekemîn car tevgeeke mezin û bi bandor di nav Parlamentoya Iraqê de li dijî gendeliyê û proseya siyasî ya gendel a Iraqê çê kiriye.
Rudaw
