• Saturday, 21 February 2026
logo

Amerîka 200 leşkeran dişîne Rojava - Sûriyê daxwazek ji PYDê û ENKSê kir

Gulan Media April 17, 2016 Nûçe
Amerîka 200 leşkeran dişîne Rojava - Sûriyê daxwazek ji PYDê û ENKSê kir
Amerîka bo piştgîriya YPGê 200 leşkerên xwe dişîne Rojavayê Kurdistanê. Hikûmet û dijbereya Sûriyê jî dijatiya wê helwesta Amerîkayê dikin. Dijbere li dijî wê yekê ye ku hevkarî liel PYD û YPGê were kirin û Hikûmeta Sûriyê jî ji Kurdan dixwaze baweriyê bi Amerîka û dewletên din nekin û nekevin nav planên wan.

Şanda Sereke ya Dijbereya Sûriyê ku baskê leşkerî yê Ceyş El-Îslam û Artêşa Azad têde xwedî bandor in, PYD û baskê wê yê çekdarî YPGê red dikin û naxwazin hevkarî û alîkarî li gel wan bê kirin.

Ev jî di demekê de ye ku saziyên ragihandinê belav kirine ku Amerîka 200 serbazên xwe ji bo alîkarîkirina şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) şandine Rojavayê Kurdistanê.

Parlamenterê Kurd ê di Parlamentoya Sûriyê de Omer Osê ku ser bi Hikûmeta Sûriyê ya bi serokatiya Beşar Esed ve ye û endamê şanda hikûmeta Sûriyê di danûstandinên Cinêvê de ye, daxwaza ji aliyên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê kir, ku baweriyê bi Amerîka û welatên rojavayî nekin.

Omer Osê got: “Ez hêvî dikim ku Kurdên me bizanin, ku bawerî bi dewletên weke Amerîka û dewletên din ên rojavayê, herwiha dewletên herêmî û Siûdiye û Tirkiyê nekin. Pirsa Kurdî li Sûriyê û li Şamê çareser dibe.”

Osê derbarê şandina 200 leşkerên Amerîka bo Rojavayê Kurdistanê û bo alîkariya şervanên YPGê û hevalbendên wan de jî got, ku pêwîst e Kurd baweriyê bi siyasetên Amerîkayê nekin û wiha da xuyakirin, “Amerîka dewletek pragmatîk e û mesleya alîkariyê, şandina 200 leşkeran û alîkariyên locestîkî di çarçoveya parastina berjewendiyên wî welatî de ne.”

Omer Osê wiha berdewam kir: “Ez ji hevalên PYDê û heya ENKSê dixwazim ku baweriyê bi Amerîka nekin, Amerîka dewletek pir pragmatîk e û ew dixwazin Kurdan ji xwe re weke şirîkek bejayî bi kar bînin, jibo hinek planên xwe û bo bi destxistina geosiyasiya nû ya amêrîkî li herêmê.”

Rudaw
Top