Amerîka çareseriya krîza darayî ya Kurdistanê digerê
Gotûbêjê wezareta derve yê Amerîkayê John Kirby, di kongreyekî rojnamevanî de ragehand ku: ‘’Berî çend hefteyekî wezîrê derve yê Amerîkayê John Kerry, li Iraqê bu û li gel şandekî hikûmeta herêma Kurdistanê li Bexdayê civiya ye.’’
Herwaha diyar kir: ‘’Di derbarê alîkariya Kurdistanê û hêzên Pêşmerge de, em agahdarê vê krîza darayî ne, ku ne tenê herêma Kurdistanê rastî vê yekê hatiye, di heman demê hemû Iraqê ew krîz tê jiyan kirin û emê berdewam bin li rê çareyekî ku em bikarin alîkar bibin.’’
Balkêşe berî hefteyekî şandekî hikûmeta herêma Kurdistanê li Amerîkayê ye, bi armanca civîn li gel berpirsên wî welatî û agahdarkirina rewşa herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge danûstandinan pêktînin.
Basnews
