• Saturday, 21 February 2026
logo

Jîrînîvsky: Kurd bibin yek wê dewleta serbixwe ava bikin

Gulan Media April 17, 2016 Nûçe
Jîrînîvsky: Kurd bibin yek wê dewleta serbixwe ava bikin
Serokê Partiya Lîberal Demokrat a Rûsyayê Vîlîdamîr Jîrînîvsky ragihand ku niha ji bo li Rojhilata Navîn dewleta serbixwe ya kurd bê damezrandin derfetek baş ava bûye û ew jî piştgirî didin serxwebûna Kurdistanê.

Serokê Partiya Lîberal a Rûsyayê Vladîmîr Jîrînovsky ku di heman demî de li parlamena Rûsyayê serokê freaksiyona partiya xwe ye jî di daxuyaniyek taybet de bo televizyona Kurdistan24 ragihand, “Sed sale kurd çaverêya dewletek serbixwe dikin lê jiber helwesta dewletên navçeyê ev daxaz pêk nehatiye.”

Jîrînovsky diyar kir ku niha ji her demî zêdetir derfet li pêş kurda ye û got: “Niha li bakûrê Iraqê statûyek otonom heye. Parlamen, destûr û zanîngehên kurdan hene. Ji bo avabûnadewletek serbixwe bingehek baş heye. Li Îranê ti tiştek kurdan nîne. Li Tirkiyê şer e û Tirkiye kurdan dikuje, herwiha kurdên Tirkiyê jî xewnên serxwebûnê dibînin. Lê li Sûriyê dibe ku rewşa kurdan baştir bibe. Heger li bakûrê Sûriyê dewletek kurdan hebe ev yek bo Sûriyê jî baş e. Derfeta avabûna dewletek kurdî li her demî zêdetir e. Welatên Ewropa jî soz dane kurdan. Lê jiber helewsta Tirkiyê, Îran û Sûriyê hê jî ev dewlet nehatiye ava kirin.”

Serokê Partiya Lîberal Demokrat a Rusyayê pêşbînî kir ku çend salên pêş de ev rewş bê guhertin û got: “Em weke Rûsya amadene hevkariya kurdan bikin ku her dem jî Rûsya alîkarî daye kurdan. Em naxwazin Amerîka bi rêya kurdan hukumdariya herêmê jî bike. Partiya me jî piştgiriyê dide tekoşîna kurdan.”

Basnews
Top