• Saturday, 21 February 2026
logo

‘Ji bo li kar dûrxistina Ebadî li parlamentoyê pêwîstî bi 15 parlamenteran heye’

Gulan Media April 16, 2016 Nûçe
‘Ji bo li kar dûrxistina Ebadî li parlamentoyê pêwîstî bi 15 parlamenteran heye’
Endamekî Encûmena Nûnerên Iraqê aşkera kir, ji ber ku rêjeya yasayî ya rûniştina parlamentoya Iraqê temam nebuye, heta naha rûniştin pêknehatiye.

Endamê fraksiyona YNKê li parlamentoya Iraqê Sozan Bekir ji BasNewsê re ragehand, heta naha civîna ji ber greva parlamenteran, li parlamentoya Iraqê destpê nekiriye, ji ber ku 150 endamên parlamentoyê di civînê de beşdarin û rêjeya yasayî temam nebuye, ji ber vê 15 endamên din amadebin parlamento dikare kar bike, ku rûniştin destpê bike.

Herwaha diyar kir, fraksiyonên Kurdistanê biryar dane, beşdarî vê rûniştina parlamentoyê nekin, lê çend parlamenterên Kurd dibe ku beşdar bibin.

Sozan Bekir diyar kir, eger rûniştina li parlamentoya Iraqê pêk bê, dibe ku deng li ser ji kar durxistina Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî bê dayîn.

Basnews
Top