Du endamên kongreya Amerîka projeya zêdekirina alîkarîyên bo pêşmerge pêşkêş kirin
Li gorî jêderên nûçeyan, herdu kongrêsmanên Amerîka, Brad Şêrmen ji partîya demokrat û Roz Lêtîn ji partîya komarî, proje qanûnek bo zêdekirina şandina alîkarîyên serbazî bo hêzên pêşmerge ji alîyê Amerîka ve, pêşkêşî kongreya welatê xwe kir.
Zanyarî amaje dikin, wan kongrêsmanan di projeyê xwe da, daxwaza rastexwe ya pirçek kirina pêşmerge û hinartina çekên giran bo pêşmerge kirine û eger proje bê pesend kirin, îdareya Amerîka dê hinartina alîkarîyên serbazî bo pêşmerge bi awayekê rastexwe, zêde bike.
War.tv
