Li Helebê bi hezaran kes ji ber şer reviyan!
Îro 15.04.2016 rêxistina şopandina mafê mirovan Human Rights Watch di raportekî de ragehand, ku pêkanînên DAIŞê yên rojên 13 û 14ê vê mehê yên li ser bajarê Helebê, buye sedema revina zêdetir nîvê şêniyên qampa penaberan a ku li rojhilatê Ezazê (nêzîk sînorê Tirkiyê) ji cîhên xwe bibin.
Li gor raporta rêxistina ser bi Netewên Yekbuyî, di wê qampê de 60 hezar hemwelatiyên Sûriyê niştecîhbun.
Herwah rêxistina Human Rights Watch, daxwaz li Tirkiyê dike ku, sînorên xwe ji wan hemwalatiyan re veke, ji ber ku heta naha jî sînor hîn daxistiye.
Basnews
