• Saturday, 21 February 2026
logo

Hikûmeta Tikriyê jinek Kurd temen 77 sal destgîr kir

Gulan Media April 16, 2016 Nûçe
Hikûmeta Tikriyê jinek Kurd temen 77 sal destgîr kir
Roja 4 Nîsanê, Hikûmeta Tirkiyê operasyonek mezin li navçeya Vartoy ser bi bajarê Mûşê pêkanîn, di operasyonê de jinek bi temen 77 salî bi tuhmeta ku ew endamê PKKê ye hatiye girtin.

Hezek mezin di wê operasyonê de beşdarbibû, li gorî daxuaniyek Serokerkanê Artêşa Tirkiyê wan di wê operasyonê de 4 Gerîlayên PKKê kuştine, lê tiştê ku bû cihê nîgerana xelkê ku wan jinek bi temen 77 salî destgîr kirin.

Parêzgarê Mûşê di daxuyaniyekê de nûçeya destgîr kirina wê jina 77 salî piştrast kir, lêbelê nasnameya wê eşekre nekir.

Di daxuyaniya wî de hatiye: “di dema ku operasyon pêkhat bû, wê jina 77 salî bombeyek bi xwe vekirbû û di mala xwe de jî çendîn çekên PKKê jî veşartibûn, lewma ew wek enmekî çalak a PKKê hate destgîr kirin.

Basnews
Top