Li Waşîngtonê Qubad Talebanî behsa cenga dijî DAÎŞê û kirîza êkonomî dike
- Herêma Kurdistanê rûbirûyê gelek kirîzan bûye û hikûmeta merkezî jî weke pêwîst hevkariya herêma Kurdistanê nake. Ji bo çareserkirina kirîza darayî û pirkirina budceyyê, Herêma Kurdistanê pêwîstî bi hevkariya darayî heye.
- Di demekê de ku herêma Kurdistanê di kirîzeke êkonomî de derbas dibe di cenga dijî DAÎŞê de ye û pêşwazî li hijmareke zêde ya koçber û penaberankiriye û rûbirûyê gelek kirîzan bûye, lê hikûmeta merkezî weke pêwîst hevkariya herêma Kurdistanê bake.
Cîgirê serokwezîr behsa refurman kir û got ku, her mehê jêkêmiya budceya herêma Kurdistanê sed milyon dolar e û herêma Kurdistanê şertên taybet bi pêdana qerzan qebûl dike:
- Nizîbûna buhayê neftê bandoreke nêgetîv li ser me hebû û me ji bo çareserkirina kirîza êkonomî xebatên xwe çir kirine û ji bona tejîkiirna jêkêmkirina budceyê, hikûmetê xercyên xwe kêmkirine.
Talebanî di axaftina xwe ya panala saziya (FDD) de behsa cenga dijî terorîstan kir û got ku, pêşmergeyê Kurdistanê roleke ber bi çav di cenga dijî DAÎŞê de heye û, tevî ku DAÎŞ çekê pêşkeftî jî heye, lê pêşmergeyê Kurdistanê karî gelek deveran ji bin destê wan rizgar bike.
