Peyama Hikûmeta Herêma Kurdistanî ji bo bîranîna pirosêsa Enfalê
Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdebarê hewldan ji bo vedîtin û vegerandina rufatên enfalkiriyan ji bo welatî, berdewam di xema baştirkirina jiyana kes û karên serbilindên şehîdan daye û bi berdewamî jî hewlê dide bo navdewletê kirina pirsa cinosaya enfalê. Her çend berpirsên rejîma encamderê vê tawanê hatine sizadan, lê qerebûkirina madî û manewiya kes û karên enfalan qerbûkirina jîngeh û deverên ku ber pirosêsa enfalê ketine, erkekê yasayî û moraliya hikûmeta niha ya Îraqê ye, ku mixabin heya niha erkê xwe bi cih ne anîye.
Îro, bi bîra nîna vê karesatê, Pêşrmegehên me yên egîd di sengerên berxwedanê dane li hember pirosêseka din in ya dujminên gel û axa me, ku ji aliyê terorîstên DAIŞê dihe encamdan.
Ji ber xwîna pîroza şehîdan û qehremaniya Pêşmerge, gelê me dastaneka dîrokî li berxwedan ji bo azadî û behayên bilindên mirovatiyê tomar kiriye. Lewma yekrîzî û yekêtiya hemû aliyan û pêkhatên Kurdistanê berpirsatiya giştî ye ji bo pûç kirina pîlanên dujminan û enfalçiyan û be dest anîna hêviyên şehîdan û qorbaniyên gelê me.
Silv ji bo canê pak û bê gunehên xortên enfalkiriyên gelê me
Silav ji bo canê pakê hemû şehîdên Kurdistanê
Encumena Wezîrên Kurdistanê
