Brîtanya: Tewanê Seddam ê li hember Kurdan divê neyê jibîrkirin
Balyozê Brîtanîyayê Frank Biker li Bexdayê, di ragehandinekê de, amaje bi wê yekê dike ku pirose ya Enfal a li hember gelê Kurd bi awayekî bername û sîstematîk hatîye pêkanîn, ku şopên wê li ser kesûkarên qurbanî yên piroseyê dê bimîne.
Herweha Biker dibêje: Brîtanîya bi awayekî fermî bîrewerî ya wê rojê dike, heftî ya borî min li gel hevalê xwe Nêçîrvan Barzanî serdana sembolên Enfalan kir.
Biker amaje bi wê yekê jî dike ku pêdiviye karên hovane yên Sedam Hisên li dijî gelê Kurd li Îraqê neyên ji bîrkirin. Pirose ya Enfal, piroseyeka bi plan û sîstematîk bûye, ku civak bê ji navbirin û şopên wî karê hovane heya niha li ser kesûkarên qurbanîyan mane.
Ji alîyek ê dî ve, Serokomarê Îraqê Fuad Mehsûm, di ragehandinekê de pirose ya Enfal bi wek karesata herî xirap di dîroka Îraqê de pênase kir.
Jenosida Kurd, bi 8 qonaxan dest pêkir, di vê piroseyê de ku rasterast serkirde yê rijêma Baas û kesûkar ên nêzîk ên Sedam Hisên serperiştî dikirin, zêdetir ji 182 Kurd ji jin, zarok û pîr û kal herweha 8 hezar Barzanî bi zindî hatin çal kirin û zêdetir ji 5 hezar gundên Başûr a Kurdistanê hatin kavilkirin.
Basnews
