Amerîka: Emê li dijî DAIŞê, alîkariya gelê Kurdistanê berdewam bikin
Di beyanameyekî de, ku wêneyekî geheştiye dest BasNewsê, balyozxaneya Amerîkayê radigehîne: ‘’Bi êş û xemekî zêde ve, bîranîna salvegera karesata enfalê em pêşwazî dikin, ku Seddam Hisên li dijî gelê Kurd û gelên din li Iraqê pêkanî bu.’’
Balyozxaneya Amerîkayê piştrast dike ku, hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û radigehîne, emê li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê, alîkariya hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bikin û emê di yek sengerî de bin, ku pêşerojekî geş bê avakirin.
Roja 14ê Nîsana 1988 ê de rejîma Baas a Iraqê yekem qonaxa enfala gelê Kurd li Kurdistana başûr da destpê kirin, ku bi 8 qonaxan pêkdihat û zêdetir ji 182 hezar hemwelatiyên Kurd hatin enfalkirin û bi zindî hatin bin ax kirin.
Basnews
