Swêd: Vê Ewrûpa piştgîriya serxwebûna Kurdistanê bike
Endama Parlamentoya Swêd ê Amîne Kake Bawe ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê ye ragihand: "Mijara rapirsiyê pêwendiya wê bi çarenivîsa Kurdistanê ve heye û tu kes nikare ji dêvla xelkê Kurdistanê biryarê bide, welatên Ewrûpayê jî wê piştevaniya biryara xelkê Kurdistanê bikin."
Amîne Kake Bawe got: "Dîrokê em fêr kirine ku Amerîka û Ewrûpa wek gerk piştevaniya kurdan nakin, lewma ji bo mijara çarenivîsa xelkê Kurdistanê, bi tenê xelkê Kurdisrtanê divê biryarê bidin, wê demê wê welatên din neçar bibin li pey kurd û xwestekên kurdan bigerin."
Parlamentera Swêdî tekezî li ser wê yekê jî kiriye ku wê wekî parlementareke swêdî hewl daye li hemî mijarên girêdayî gelê Kurdistanê, bi dengê bilind helwêsta xwe bêje û dengê daxwazên kurdî bighîne parlamentoya Swêdê.
