Sekreterê NATO: Em dixwazin hêza Pêşmerge bihêztir bikin
Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg ragehand, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê rolekê wan ê giring heye di şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de.
Jens Stoltenberg ragehand, şêwirmendên leşkerî yên çend weletekî endamê hevpeymaniya NATO yê ne rahênan û perwerdeyên leşkerî didin hêzên Pêşmerge û ew jî wek beşek li hewldanên dijîtiya DAIŞê ne.
Sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg, soz dide hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ku alîkariya leşkerî berdewam bike û hewldanên wan zêdetir, baştir û rêxistin kirî bin û ragehand: ‘’Em dixwazin hêzên Pêşmerge û bi giştî jî herêmê bihêztir bikin li DAIŞê.’’
Basnews
