• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Rêberê Tevgera Îslamî li Kurdistanê kir

Gulan Media April 13, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Rêberê Tevgera Îslamî li Kurdistanê kir
Roja çarşem 13.04.2016 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Mamosta Îrfan Ebdulezîz Rêberê Tevgera Îslamî li Kurdistanê û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de behsa rewşa siyasiya navçeyê û pêşhatên dawî û guhertinên siyasiyên Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê kirin û her wiha paşaroja peywendiyan û referanduma xelkê Kurdistanê û tehdît û derfetên li pêşiya Herêma Kurdistanê nirxandin.

Her li vê civînê de behsa rewşa siyasiya navxweya Herêma Kurdistanê kirin û ronahî xistin li ser aramiya siyasî û qeyrana darayî û her wiha proseya çaksazî û berjewendiyên bilindên gelê Kurdistanê.

Top