Amerîka bi rêyên elektironîk êrîşî Daişê dike
Robert Wirk cîgirê wezîrê bergirîya Amerîka dîyar kir, supayê Amerîka hemû hewlan bo jinavbirina Daişê dike û nûtirîn hewlên wan jî, bikarînana çekê elektironî ye li dijî wê rêxistinê û bi vê yekê jî, dê şên herzû Daişê lawaz tir bikin.
Wî berpirsê Amerîka herçend amajî bi çewanîya êrişkirinê bi rêyên elektironî nekir, lê da zanîn ku êrîşên Amerîka Daişê gelek lawaz kirîye û bikarînana çekên elektironî jî, dê wê rêxistinê yekcar lawaz bike.
War.tv
