• Saturday, 21 February 2026
logo

Eşîreta Jîrkiyan gef li PKKê xwar: Emê tola xwe hildin

Gulan Media April 13, 2016 Nûçe
Eşîreta Jîrkiyan gef li PKKê xwar: Emê tola xwe hildin
Eşîreta Jîrkiyan derbarê birîndarkirina serokê xwe Tahîr Adiyaman de nerazîbûn nişan da.

Li ser navê Eşîreta Jîrkiyan yek ji rîsipiyên Colemergê Mehmet Adiyaman got: "Wek eşîret emê tola xwe bistînin."

Tahîr Adiyaman, ku li gundê Ayvalik ê Elka Şirnexê dijî, pêrê 5 kîlometre dûrî bajêr di nav otomobîla xwe de ket ber êrişekê û birîndar bû.

Eşîreta Jîrkiyan PKKê tohmetbar dike lê heta niha tu daxwiyaniyek ji aliyê PKKê ve nehatiye dayîn.

Tahîr Adiyaman ku niha li nexweşxaneyê tê dermankirin, doh nêzîka 100 giregirên Eşîreta Jîrkiyan li gundê Çanakli yê 15 kîlometre dûrî Şirnexê kom bûn û bi daxuyaniyeke çapemeniyê nerazîbûn nîşan dan.

Li ser navê eşîretê Mehmet Adiyaman, êrîşa li hemberî Tahir Adiyaman şermezar kir û got ku ew êrîş nayê qebûlkirin û dê tola xwe bistînin.

Mehmet Adiyaman wiha got: "Tahîr Adiyaman ne mirovekî xirab bû, li mala xwe bû, slavek heba silhek heba dihatiyê, mêvanekî wî heba nanek didayê, êdî em acizin û em hemû birîndar in. Ji niha û şûnde êdî navbera me û van mirovan têk çû. Bila tu mirovaniyê ji me çaverê nekin. Me hemû eşîretê biryar daye li ser axayê xwe, yanî hun vê avê dibênin emê xwe bavêjin avê li ser xatirê Tahirê Kero. Eger xwedê ji me bîne."

Giregirên Eşîreta Jîrkiyan tekez kirin ku gotina wan hemûyan yeke û gef li PKKê xwarin.

Rudaw
Top