• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Bilinda Îslamî li Iraqê kir

Gulan Media April 12, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Encûmena Bilinda Îslamî li Iraqê kir
Roja sêşem 12.04.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Seyîd Emmar El Hekîm Serokê Encûmena Bilinda Îslamî li Iraqê û şanda li gel kir.

Li hevdîtinê de ku Fazil Mîranî Sekreter û Hoşyar Zêbarî û Mehmud Mihemed Endamên Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê û Dr Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê amade bûn, Serokê Encumena Bilinda Îslamî li Iraqê behsa kongreya dawî ya Encûmena Bilinda Îslamî û rasparde û biryarên kongreyê kir û her wiha nêrînên Encûmena Bilinda Îslamî ya di derbarê qeyrana siyasiya Iraqê ji bo Serok Barzanî şîrove kir û behsa wan kartan kir ku Encûmena Bilinda Îslamî ji bo çareserkirina qeyrana Iraqê pêşkêşî her sê Serokayetiyên Iraqê kiriye.

Li beranber da Serok Barzanî pîrozbahiya sazkirina kongreya Encûmena Bilinda Îslamî û hilbijartina Seyîd Emmar El Hekîm ya wekî Serokê Encûmena Bilinda Îslamî kir û li axaftina xwe de siyaset û bîr û raya Herêma Kurdistanê ya li ser qeyrana siyasiya Iraqê ji bo şanda mîhvan xisterû.

Her li vê civînê de di derbarê sedemên qeyrana siyasiya Iraqê û rêyên çareserkirina vê qeyranê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li wê yekê kirin ku bi bêyî berçavgirtina bingehên şeraketa rasteqîne çareserkirina qeyrana siyasî pêknayê û ew girift kûrtir dibin. Her wiha her dû alî eve jî dûpat kirin ku pêwîste ew hêzên rola wan li rûxandina rejîma berê û xebata li dijî dîktatorî da hebûye rola xwe ya li çareserkirina giriftan û proseya siyasî de bibînin.

Top