Li Fransa di navbera Kurd û Tirkan de şer û pevçûn
Rojnameya Mîdî Lêberî Fransî belavkiriye ku, doh 10 Nîsanê partiyên Kurdî yên nêzîkî Partiya Karkirên Kurdistanê (PKK) li navenda bajar xwepêşandanek lidarxistin, çend sed kesên Kurdên Bakur operasyonên artêşa Tirkiyê pirotêsto kirin.
Di heman demê de û li heman cihî, derdora 800 kesên Tirk xwepêşanderên Kurd dorpêç kirin, bi vê sedemê hêzên polîs kete navbera wan.
Rojanameyê gotiye; ew girûpa Tirkan êrîş birin ser Kurdan, Tirk ji gelek bajarên Fransa hatibûn û êrîşî Kurdan kirin.
Di dawî de polîs karûbû dawî bi vê pirsgirêkê bîne û 3 çalakvanên Kurd jî hatin girtin.
Basnews
