Serok Barzanî pêşwaziya Sekreterê Partiya Sosyalîsta Demokrata Kurdistanê kir
Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û qeyrana siyasiya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê xistin ber behs û guftûgoyan û her wiha tîşk xistin li ser şerê Da'îş û azadkirina Musil û qonaxa piştî şerê Da'îşê.
Her li vê civînê de di derbarê rewşa siyasiya Herêma Kurdistanê û qeyrana darayî de danustandina bîr û ramanan kirin.
