• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî û Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li peywendiyekî telefonî da şerê Da'îş û rewşa siyasiya Iraqê nirxandin

Gulan Media April 11, 2016 Nûçe
Serok Barzanî û Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li peywendiyekî telefonî da şerê Da'îş û rewşa siyasiya Iraqê nirxandin
Êvariya roja dûşem 11.04.2016 birêz Joe Biden Cîgirê Serokê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li rêya telefonê ve peywendiyê bi birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê kir.

Li vê peywendiya telefoniyê da pêşhatên siyasiyên dawî ya Iraqê xistin ber behs û di derbarê çareserkirina rewşa siyasiya Iraqê danustandina bîr û ramanan kirin û her dû alî li ser pêwîstiya çareserkirina proseya siyasî hevrêbûn û tekez jî li ser hemahengî û şêwirîna her dû aliyan ya ji bo piştgîrîkirina aramiya siyasî û çareserkirina proseya siyasî kirin.

Her li vê peywendiya telefoniyê da ronahî xistin li ser şerê Da'îş û amadekariyên operasyona azadkirina Musil û tekez li ser karê hevbeş û hemahengiya berdewamiya di navbera hêzên hevpeymanan û hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê li têkşikandina terorîstan û azadkirina navçeyên li bin destê terorîstên Da'îş kirin.

Top