• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Hesekê di navbera HPCê û Sotoro de şer û pevçûn

Gulan Media April 11, 2016 Nûçe
Li Hesekê di navbera HPCê û Sotoro de şer û pevçûn
Şer û pevçûn di navbera Hêzên Parastina Cewherî (HPC) ku ser bi Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ve ne û Milîsên Sotoro de, ku ser bi rêjîma Esed ve ne û ji çend xortên kirîstiyan pêktê derket.

Çalakvan Fewaz Hac Mamo ji Hesekê ji BasNew re ragehand: “Doh 10 Nîsanê derengî şevê şer di navbera endamên HPC ku ser bi PYDê ve ne û Milîsên Kirîstiyan ên bi navê Sotoro ku ser bi rêjîma Esed ve ne, li taxa Miheta li bajarê Hesekê derket hole.”

Herwiha got: “Şer bi sedema wê yekê derket ku nakokî di navbera herdu aliyan li ser rêbendan hebû, di şer de birîndar ji herdu aliyan ve, hêzên ser bi PYDê û Hêzên ser bi rêjîme ve jî ketibûn amadebaşiyê.”

Li gorî hin çavdêran pêvçûnên bi rengî, di vê demê de têne hole bi sedema nêzîkbûna dema hilbijartinên parlemena Sûriyê ku rêjîma dixwaze hin sindoqan li deverên di bin kontirola hêzên Kurdî de jî deyne.

Basnews
Top