Milîsên Şîe şikestin xwar!
Yekîneya Ebas a ser bi Heşdî Şebî di 9ê Nîsanê de li gundê Beşîr operasyonek pêk anî.
Berpirsekî ji nahiya Dûzxûrmatû Nazim Kahiye ji Rûdawê re da zanîn ku, milîsên şîe duhê hinekî pêşveçûn bidest xistine û got, “Ew şîeyên ku ketin kemîna DAIŞê di operasyonê de binketî bûn û milîs vegeriyan eniyên berê.”
Kahiye da xuyakirin ku di şer de 15 milîsên şîe hatine kuştin, 90 birîndar bûne û 20 jî wenda bûne.
Beşîr mezintirîn gundê Kerkûkê ye û piraniya niştecihê wan tirkmen in.
Beşîr 5 sal in di destê DAIŞê de ye.
Milîsan berê çend caran operasyon li wî gundî pêk anî ne lê serkeftî nebûne
Rudaw
