• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê Diyarbekir û şandekî li gel kir

Gulan Media April 11, 2016 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Parêzgerê Diyarbekir û şandekî li gel kir
Roja dûşem 11.04.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Huseyin Aksu Parêzgerê Diyarbekir û şandekî li gel kir ku ji hejmarek Parlementerên Kurd li Parlemena Tirkiye pêkhatibûn.

Li hevdîtinê de Parêzgerê Diyarbekirê ji bo rexsandina hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û silavên Serok Wezîrê Tirkiye gihande Serok Barzanî û behsa vekirina hêla asmanî ya di navbera Hewlêr û Diyarbekirê kir û bi hengavekî girîng ya kûrtirkirina peywendiyan û karê hevbeşa aborî û warên dinê li navbera her dû aliyan de da zanîn.

Li beşekî dinê hevdîtinê de şanda mîhvan behsa rewşa bajarê Diyarbekirê kir û nîgeraniya xwe ya li girjî û aloziyên vê dawiyê nîşan da û tekez li ser pêwîstiya aramî û vegerana hemwelatiyan ya jiyana sirûştî û avadankirina navçeyên wan kir.

Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bi xêrhatina şanda mîhvanan spasî Serok Wezîrê Tirkiyê kir û her wiha xweşhaliya xwe jî ji bo vekirina hêla asmanî ya raste rast ya li navbera Hewlêr û Diyarbekir de nîşanda. Li axaftina xwe de bi kurtî behsa rewşa siyasiya navçeyê û doza rewaya Kurd kir û balkişand li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê li xebata çekdarî û qonaxên dinê bi navê parastina jiyana xelkê sîvîl û saziyên sivîl û medenî ve pabend buye. Serok Barzanî ji bilî derbirîna nîgeraniya xwe ya li girjî û aloziyên Kurdistana Tirkiye wê yekê dûpat kir ku deh sal çaverêkirina aştiyê gelek baştire ji yek demjimêr şer û hêvî jî xwest ku aramî û bextewerî vegere li ser hemwelatiyan û dawiya van girjî û kêşeyan bê.
Top