• Saturday, 21 February 2026
logo

Amerîka peyamek hevbeş arasteyî Hewlêr û Bexda kir

Gulan Media April 11, 2016 Nûçe
Amerîka peyamek hevbeş arasteyî Hewlêr û Bexda kir
Di serdana xwe de bo Bexda, Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry ligel Nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê civiya.

Pisporê Zanistên Siyasî di zankoya Silêmaniyê de Dr. Omîd Tewfîq ji Dengê Amerîka re ragehand ku, Niha di piroseyên girîng hene û taybetmendiyên xwe hene li cem Amerîka, yek piroseya çaksaziyên Heyder Ebadî ne, duyem jî operasyonên azad kirina Mûsilê ne û got: “Amerîka dikare rênameyên piroseya çaksaziyê dane, lêbelê nikare fişarê bike, herwiha heger Amerîka bi riya Bexda re yan jî rasterast alîkariya Pêşmerge bike wê ew pirose bi xweşî pêşve biçe û bêhtir wê serkeftîbe.”

NAvborî amaje bi wê yekê jî kir ku, Amerîka jiber du sedeman dikare mercan li ser Bexda û Hewlêrê jî dane, sedema yekem rêkeftina stratîjîka asayiş ye dinavbera Bexda û Amerîka de, tewerê din jî pêwendî bi alîkariyên mirovî û pirsgirêka panaberan jî ve heye.

Basnews
Top