Serok Barzanî pêşwaziya Nûnerê Taybetê Serok Obama ya Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî Da'îş kir
Li hevdîtinê de ku Matthias Mitman Konsolê Amerîka li Hewlêr amade bû, di derbarê qeyrana siyasî ya Iraqê û çareserkirina wan danustandina bîr û ramanan kirin û Nûnerê Taybetê Serok Obama ya Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî Da'îş tekez li ser girîngiya rola Herêma Kurdistanê ya li aramiya siyasî û çareserkirina kêşeyan kir. Her wiha biryar hate dayîn ku her dû alî li ser şêwirîna peydakirina rêya derbasbûna ji qeyrana siyasî de berdewam bibin.
Li beşekî dinê civînê de ronahî xistin li ser amadekariyên operasyona azadkirina Musil û qonaxa piştî azadkirina Musil û her dû alî li ser hebûna rêkkeftinekî siyasî ya di navbera aliyan û pêkhatan ya qonaxa piştî azadkirina Musilê de hevrê bûn
