Hevpeymanan Ebu Elî El Şerî dadwerê Daişê li Reqayê kuştin
Li gorî zanyarîyên Pêntagonê, Fewaz El Elî, nasyar bi Ebo Elî El Şerî, dawerê Daişê li bajarê Reqe ya paytexta wê rêxistinê, ketîye ber êrîşa firokeyên şerkerên hevpeymanîya navdewletî da û hatîye kuştin.
Herwesa hatîye: frokeyên şerker, Ebo Elî El Şerî li bajarkê Mensûre ser bi Reqe ve kirîye armanc û kuştîye.
Ebo Elî El Şerî li sala 2013ê postê dadwerîya dewleta bi navê îslamî li Reqe wergirtîye û fermana bi darvekirin û serbirîna bi sedan kesan daye, herwesa wî bi destên xwe hukmî li ser zêderitî 100 (murted û munşeqan) li gorî boçûna Daişê bicîh anîye.
War.tv
