• Saturday, 21 February 2026
logo

Pêşmerge êrîşeka berfireh ya Daişê li Kerkûkê şikand

Gulan Media April 10, 2016 Nûçe
Pêşmerge êrîşeka berfireh ya Daişê li Kerkûkê şikand
Hêzên pêşmerge êrîşeka berfireha Daişê li rojavayê Kerkûkê şikand û hijmareka terorîstan kuştin.

Kemal Kerkûkî, berpirsê bereyê rojava Kerkûkê yê hêzên pêşmerge bo War got: şevîdin terorîstên Daişê li başurê rojavayê Kerkûkê, li gundên (Kwazî Ereb, Kwazî Hecî Cemîl, Sed û Mensurîye) êrîşî sengerên pêşmerge kirin, lê êrîşa wan ji alîyê pêşmerge ve hat şikandin û zîyanên mezin bi terorîstan kevtin.

Got jî: piştî êrîşê, frokeyên şerkerên hevpeymanan, çendîn caran baregeh û livînên Daişê bombe baran kirine û zîyan gihandine terorîstan.

War.tv
Top