• Saturday, 21 February 2026
logo

Bi fişara hikûmeta Iraqê Heyder Şeşo dest li Encûmena navendiya YNKê berda

Gulan Media April 10, 2016 Nûçe
Bi fişara hikûmeta Iraqê Heyder Şeşo dest li Encûmena navendiya YNKê berda
Baskek di nav YNKê de, piştî derxistina Endamê Encûmena Navendî yê YNKê Heyder Şeşo, ewan jî nameya dest li kar berdanê ji YNKê re pêşkêş kirin.

Li gor zanyariyên BasNewsê ku, ji çavkaniyekî nav YNKê bidest xistiye, Endamê Encûmena Navendî Heyder Şeşo kun aha fermandarê hêza Êzîdxane, wekû heşdî Şeibî danûstandin li gel tê kirin û budce û pareyê wan ji aliyê hikûmeta Iraqê vet ê dayîn, ji ber wê yekê nîgeranî di nav YNKê de avabuye û çend endamên rêveberiya YNKê daxwaza derxistinê ji nav YNKê kirine û tometa ku dervey peyreva navxweyî ya YNKê tevger kiriye tê tewanbar kirin.

Heman çavkaniyê ji BasNewsê re aşkera kir, hikûmeta Iraqê, daxwaz li Heyder Şeşo kiriye ku, ji bo pirsgirêk ava nebe, xwe ji endamtiya YNKê bikşîne û Heyder Şeşo jî nameya dest li kar berdanê daye polît bûroya YNKê.

Di derbarê de gotûbêjê Encûmena Navendî ya YNKê Letîf Nêrweyî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Dibe ku nameya dest li kar berdanê dabe YNKê, lê agahdariya min tuneye ku bi fermî dest li YNKê anîbe.’’

Di heman demê de endamê polît bûroya YNKê Mehmûd Sengawî jî, ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ez ne agahdarê avakirina wê hêzê me û ne agahdarê wê me ku ew kese endamê YNKê ye yan na! Ev pirs peyvendiya xwe bi Mela Bextiyar ve heye.’’

Basnews
Top