• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Stenbolê teqîn – Amerîka û Îsraîlê hişyarî dabûn

Gulan Media April 10, 2016 Nûçe
Li Stenbolê teqîn – Amerîka û Îsraîlê hişyarî dabûn
Li taxa Mecidiyekoy a Stenbolê teqînek çebû di encamê de birîndar hene.

Li gor agahiyên vê êvarê li taxa Mecidiyekoyê ya Stenbolê li pira cihê sekna metrobûsê ya li ber avahiya Trump Towers teqîneke çebû.

Peyamêra Rûdawê li Stenbol ragihand bombeyeke dengî hatiye teqandin.

Di encama teqînê de li gor agahiyên destpêkê 3 kes birîndar bûne.

Birîndar ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Alman a li Taksimê.

Polîsan li cihê bûyerê tedbîrên berfireh girtin û ji ber egera teqîneke duyem avahiyên derdorê ji aliyê polîsan ve hatin valakirin.

Amerîka û Îsraîlê hişyarî dabû

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê îro hişyarî da welatiyên li amerîkî yên li Tirkiyê û ji wan xwet neçin cihên qelebalix û turîstik û ragihandibû li bajrên Tirkiyê gef li ser cihên qelebalix û turîstik û taybetî li bajarê Antalya û Stenbolê hene

Desteya Antîteror ya girêdayî hikumeta Îsraîlê jî duh hişyarî dabû welatiyên îsraîlî û ji wan xwestin, serdana Tirkiyê nekin, yên li Tirkiyê ne jî ji wî welatî zêtirîn dem derkevin.


Desteya Antîteror ve carê di asta duyemîn de hişyarî da li welatiyên îsrailî neçen Tirkiyê û yên li Tirkiyê ne jî ji wî welatî zêtirîn dem derkevin û destnîşan kir ku metirsiyek mezin li ser jiyana wan heye.

Rudaw
Top