• Saturday, 21 February 2026
logo

Karubarên Êzîdîyan daxuyanîyên Ala Talabanî û Mela Bextîyar şermezar kir

Gulan Media April 10, 2016 Nûçe
Karubarên Êzîdîyan daxuyanîyên Ala Talabanî û Mela Bextîyar şermezar kir
Rêveberîya giştî ya karubarên Êzîdîyan li wezareta ewqafê û karubarên olî, daxwaza şîrove kirina bermêşk û zelal li ser daxuyanîyên Ala Talebanî û Mela Bextîyar kir, yên li ser rûdana kuştina (Dua) yê ya berî neh salan li gundê Behzanê hatîye kuştin hatine dan. Daxwaz jî ji yekîtîya niştîmanîya Kurdistanê kir, helwîstê xwe li hember van daxuyanîyan dîyar bikin.

Rêveberîya karubarên Êzîdîyan di beyanameyekê da dîyar kir jî: azrandina babetê Duayê ji alîyê du kesên serkirde di yekîtîya niştîmanîya Kurdistanê da (ku herdem li jêr diruşmê lîbralîyetê û demokrasîyê kar dike), weku lêdana derban li yekrêzîya gelê Kurd bi nav kir.

Di beyanameyê da rêveberîya navbirî, daxwaza şîrovekirineka beraqil û zelal bo van daxuyanîyên tranepêker bi hestên Êzîdîyan kir, bi taybet jî Êzîdîyên Şingalê û Başîkê û Behzanê rêveberîya karubarên Êzîdîyan, tirsa xwe ji wê yekê derbirî ya li bin mêzê tê kirin, dîyar kir jî, dibe ew Êzîdî careka dîin bibine sutemenîya şerekê sîyasî û nawçegerî ya wan behir têda ne, herweha bi tundî ew yek şermezar kir ku wan weku mêşkên taqîgehan bikar bînin û bikin xwarin bo berjewendîyên hizbayetî.

War.tv
Top