Li Hindîstanê agir bi perestgehê ket: Herî kêm 102 kes mirin!
Îro berbanga sibehê saet 03:00 (bi dema Hindîstanê), agir bi perestgeha Putîngal li gundê Paravûr li başûrê Hindîstanê ket.
Li gorî agahiyan, di wê bûyerê de ku ji ber fîşekên hewayî qewimiye, herî kêm 102 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 200 kes jî birîndar bûne.
Şahidên bûyerê dibêjin, dema agir bi perestgehê ket gelek kesan xwestin xwe veşêrin lê agir pir zû li perestgehê belav bû û her der da ber xwe.
Tê gotin ku rewşa hinek birîndaran baş nîne ji ber wê jî tirsa wê heye hejmara miriyan zêde bibe.
Rudaw
