• Saturday, 21 February 2026
logo

Brîtanya: YPGê û PKKê yek tiştin

Brîtanya: YPGê û PKKê yek tiştin
Qunsilê Giştî yê Brîtanya li Enqera ragehand ku, PKKê YPGê eynî yekin û ti cudabûn di navbera wan de nîne û pêwendiyên rasterast dinavbera wan de heye, lewma bi ti şêweyî ew dê alîkariya YPGê nekin, lêbelê bi tenê di dema şerê li dijî DAIŞê dibe bi riya firokeyên şer ji ezman alîkariya wan bikin.

Qunsilê Giştî yê Brîtanya li Enqera Richard Mora, di hevdîtenekê de ligel saytê T24 ê Tirkiyê, YPGê bi metrisî dizane jibo paşerojê, lewma dibêje; Me çek jibo wan neşandine.

Herweha gotiye: “Heger em biçin her ofîsek Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wêneyêkî mezin ê Ebdullah Ocalan danîne, ev yek jî bi esker dide xuyakirin ku ew jî wek PArtiya Karkirên Kurdistanê (PKK) Ocalan bi serokî xwe dizanin, wate ew yek tiştin.”

Derbarê, aya raste Amerîka û Brîtanya alîkariya leşkerî bi YPGê re dikin? Got: “Na Brîtanya û Amerîka çekan nadin YPGê, lêbelê bi tenê di riya firokeyên şer de di dema êrîşên ser DAIŞê me alîkariya wan kiriye, li cem me YPGê rêxistinekî metirsîdar ji paşerojê.”

Di beşekî din de ji axaftina xwe behsa wê yekê dike, ku ew berdewam axaftinên giran beramberî dostên xwe dike got: “Em wek Brîtanya neçarin axaftinên tund beramberî hevalên xwe bikin, Tirkiyê di warê azadiya nerînan gelekî paşde vegeriyaye, em neçarin wî welatî agahdar bikin û agahdariya me bo wan dostane ye.”

Basnews
Top