Demîrtaş: Welat ne yê yek netew û yek nijadê ye
Hevserokê Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) Selahedîn Demîrtaş tevî endamên Komîsyona Gel û Bawermendiyan li Stenbolê bi hin nivîskar û rêhberên fikrî re civiya. Demîrtaş piştî civînê ser pirsa rojnamevan got, welat ne yê yek netew û yek nijadê ye û ji welatiyê derxistin, ne ewqas hêsan e.
Demîrtaş di axafina xwe de got: "Yên ji mirovahiyê derketine, gef li me vedixwin ku me ji welatiyê derxin. Em wan dawetê mirovahiyê dikin. Bila destpêkê ew vegerin mirovahiya ku jê derketine. Wê demê aramî û pêbawerî dê pêş bikeve."
Demîrtaş derbarî avîtina welatiyê ji alîgirên PKKê de got jî: “Ev ne mijarek wiha ye ku mirov bi wezîr û rayedarên din re nîqaş bike. Tiştên wiha babetên demên derbeyan, demên cûntayê ne. Pêkanînên wiha di dema Hîtlerê de li Almanyayê hatine kirin. Herwiha ji mafê welatiyê dûrxistin, ne ewqas hêsan e. Ev welat yê me hemiyan e. Divê herkes wiha lê binêre û wiha pê bawer be. Ne welatê yek netew û yek nijadê ye.”
Basnews
