• Saturday, 21 February 2026
logo

Amerîka cîhê binkeyê xwe yê leşkerî, li Kurdistana rojava di goherê

Amerîka cîhê binkeyê xwe yê leşkerî, li Kurdistana rojava di goherê
Amerîka dixwaze cîhê binkeyê xwe yê leşkerî, ku li rojhilatê bajarê Kobanê bi goherê.

Roja şemî 09.04.2016 çavkaniyek li rojavayê Kurdistanê ji BasNewsê re ragehand, cîh gohertina binkeyê leşkerî ve Amerîka dixwaze binkeyekî leşkerî yê nû bike balefirxaneya leşkerî ji bo hêzên xwe.

Li gor zanyariyên bidest ketine, berî naha biryar bu binkey li gundê Xerab Îşq ku li rojhilatê Kobanê ye bê vekirin û naha biryar dane ku, wî binkeyî bibin gundê Sebt, ku dikeve başûrê bajêr.

Heman çavkaniyê aşkera kir, gundê Sebt gundekî şêniyên Ereb lê rûdinên û naha ji ber şer hatiye valakirin û hêzên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi şêwirmendiya Amerîkayê diparêzin.

Basnews
Top