Daxuyanîya fermî ya hikûmeta herêma Kurdistanê li dor serdana şanda herêmê li Bexdayê
Şanda herêma Kurdistanê bi serokatîya Nêçîrvan Barzanî, pêkhatibû ji cîgirê serokê hikûmetê Qubat Talebanî û serokê diwana serokatîya herêma Kurdistanê Fuad Hisên, Sefîn Dîzeyî axaftinkerê hikûmetê bi serdanekê çûn Bexdayê.
Şanda herêmê li destpêkê digel wezîrê derve yê Amerîka Con Kêrî û berpirs û dipêlomatkarên Amerîka di hevdîtinekê da rewşa herêmê, qeyrana darayî û rewşa emnî ya navçeyê û Îraqê û şerê lijî Daişê û peywendîyên Hewlêr û Bexdayê û hevpeymanan li dijî Daişê û rizgarkirina Mûsilê guftugo kirin.
Herwesa di kombûnêda Con Kêrî amadebûn û piştevanîya Amerîka bo herêma Kurdistanê dupar kir bi taybetî di ware darayî da. Kêrî aşkere kirjî dê hevkarîyên Darayî bo îraqê hênêrên û pişka herêmê jî dê dinav wê hevkarîyê da be.
Di berdewamîya hevditînên xwe da şanda herêmê, di gel serok wezîrê Îraqê Heyder Ebadî kombûn û di kombûnê da behsa rewşa darayî û Aborî û şerê lidijî Daişê û rizgar kirina Mûsilê ji destê teroristên Daişê kirin û divê derbarê da, serok wezîr Ebadî daxwz ji şanda herêmê Kir bo beşdarîkirina hêzên pêşmerge di rizgar kirina Mûsilê da û serokê hikûmtê, Nêçîrvan Barzanî bi mercê ku plana şerê Mûsilê bo wan bê dîyar kirin.
Her di berdewamîya hevdîtinê da behsa guhrînên hikûmeta Îraqê kirin û serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî helwîstê herêma Kurdistanê birengekî ron aşkere kir ku pêwîste mafê desturî û yasayî yê herêmê li ber çav wergirin.
Di serdana şanda herêmê bo Bexdayê da, bi rengekî cuda digel serok komarê Îraqê Fuad Mehsum û serokê civata bilinda îslamî li Îraqê Emar Hekîm di derbarê rewşa navçeyê û Îraqê û Kurdistanê ji alîyê sîyasî û emnî ve gotubêj kirin û herwesa behsa peywendîyên Hewlêr û bexda û guhrînên hikûmeta Iraqê kirin.
Herwesa piştî hevdîtin û serdanên xwe li Bexdayê, şanda herêma Kurdistanê ya bi serokatîya serokê hikûmeta herêma Kurdistanê dawî bi serdana xwe ya Bexdayê bidawî anîn û vegerîyan herêma Kurdistanê.
War.tv
