Li Bakur şer didome – Cerdevanek hat kuştin!
Şer û pevçûn li navçeyên Nisêbîn, Gever, Silopî û bajarê Şirnexê didome.
Duh li navçeya Nisêbînê, şervanên YPSê bi rokêtan li hêzên Tirkiyê dan, di encamê de 4 leşker birîndar bûn.
Pêr jî li Nisêbînê, 5 polîsên pilebilind ên Tirkiyê hatibûn kuştin ku di nav wan de 2 pasewanên serokomarê berê yê Tirkiyê Abdullah Gul jî hebûn.
Li gundekî navçeya Tatwanê ya Bitlîsê jî, di şerê navbera hêzên Tirkiyê û şervanên PKKê de cerdevanek hat kuştin.
Li gorî medyaya Tirkiyê, navê wî cerdevanê kurd Rifat Kaya bûye.
Rudaw
