Şanda Herêma Kurdistanê pêdagirî li ser mafên destûrî û yasayî yên Herêma Kurdistanê kir
Di kombûnê de behsa têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û qeyrana darayî û çawaniya çareseriya kirîza darayî û şerê dijî terorîstên DAIŞê û rizgar kirina bajarê Musilê û hemahengiya pitir navbera Herêma kurdistanê û Bexdayê bo vê yekê kirin.
Li pareka din ya civînê behsa pêkhatiya nû ya Hikûmeta Îraqê hate kirin, ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi eşkere helwesta Herêma Kurdistanê xiste berçav, ku divê mafên destûrî û yasayî yên Herêma kurdistanê bihên berçav girtin.
