• Saturday, 21 February 2026
logo

Yûnanistanê mezintirîn bendera xwe firot Çînê

Yûnanistanê mezintirîn bendera xwe firot Çînê
Bi 280,5 milyon Euro şîrketa çînî Cosco ji sedî 51ê mezintirîn bendera yûnanî Pîreyos kirrî.

Serokwezîrê Yewnanistanê Aleksîs Tzîpras, nûnerê şîrketa çînî Cosco Xu Lirong û revebirê Daîreya Yewnanî ya Firotina malê Dewletê roja înê peyman destnîşan kirin.

Ji sedî 16ê pişkên din yên benderê wê piştî 5 salan bi 88 milyon Euro derbasî şîrketa çînî bibin, piştî ku şîrketa çînî învestmentên di peymanê de destnîşankirî cîbicî kirin.

Li dijî firotina benderê, karmendên benderê li Pîreyos xwenîşandan lidarxistin.

Firotina malê dewletê yek ji sertên dewletên ewropî ye bo dana arîkarî û krediyan bo Yewnanistana ku ev çend salan di krîzeke darayî-aborî re derbas dibe û çend caran şemitiye keviya îflazê.

Li gor lihevhatinên di navbera welatên ewropî û hikûmeta yewnanî de, divê Yewnanistan bi nirxê 50 milyar Euro malê dewletê bifiroşe. Heta niha hikûmeta yewnanî tenê bi nirxê 3,5 milyar Euro malê dewletê firotiye.

Rudaw
Top