KCKê bersiva Amerîka da: Em amade ne!
Duh balyozê Amerîka yê Enqerê, John Bass bang li PKKê kiribû, şer bide sekinandin û vegere ser maseya diyalogê.
Li hember vê banga Amerîka, endamê serokatiya KCKê û serokê Kongra Gel, Zubeyr Aydar ji radyoya Dengê Amerîka re axivî û got, em girîngiyê didin bangên aştî û diyalogê lê divê ev bangawazî ji bo her du aliyan be, çimkî du aliyên vî şerî hene; aliyek em in aliyê din jî dewleta Tirkiyê ye.
Zubeyr Aydar ji Amerîka xwest, di navbera PKK û Tirkyê de navcîtiyê bike û got, Amerîka dikare Tirkiyê razî bike û vegerîne ser maseya diyalogê. Jixwe balyoz John Bass li Enqerê ye û navbera wî û Tirkiyê jî pir baş e bila Tirkiyê razî bike û em li ser arîşeyên xwe gotûbêj bikin. Em ji bo vê yekê amade ne.
Wî rayedarê PKKê anî ziman ku ew naxwazin meselê bi şer çareser bikin, şer tercîha Tirkiyê ye ne ya wan e û got, lê emê heta dawî li ber xwe bidin çimkî ti çareyeke me ya din tine.
Rudaw
