Şandekî Herêma Kurdistanê û wezîrê derve yê Amerîkayê li Washingtonê ve digehin Bexdayê
Biryare roja înê 08.04.2016ê şandekî hikûmeta Herêma Kurdistanê di serokatiya Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî de, serdana Bexdayê wê bike û di heman demê de li gel şanda wezîrê derve ya Amerîkayê wê bigehin Bexdayê.
Li gor zanyariyên malpera Media Press a Iraqê belav kiriye, sand ji Qubad Talabanî, Dr. Roj Nûrî Şaweys û Fuad Hisên wê pêkbê.
Çav li rê ye, di heman demê de li gel şanda Herêma Kurdistanê, wezîrê karûbarên derve yê Amerîkayê John Kerry jî bigehe Bexdayê û her dû sand, zîncîreyek hevdîtinan li gel Serokomar, Serokwezîr, Serokê Parlamentoya Iraqê û kutleyên siyasî pêkbînin.
Li gor heman çavkaniyê, di hefteya pêşde, şandekî din li Herêma Kurdistanê ve ku, bi nûnertiya partiyên Kurdistanê pêktê, bi armanca gotûbêjkirina çend pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê de bigehin Bexdayê.
Basnews
