Hêza dijî teror a Kurdistanê sê çekdarên DAIŞê girt
Li gor ragehandina hêza dijî teror, ku di tora xwe ya taybetî dijî terorê ya facebookê de belav kiriye, ew sê çekdarên DAIŞê plana êrîşkirina ser Pêşmergeyan danîne û xwekujên xwe anîne ku roja 12ê adara 2016ê êrîş kirin ser lîwaya dû ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li bereyê rojavayê Kerkûkê. Lê berî ku bigehin armanca xwe ji aliyê Pêşmerge ve hatin kuştin.
Li gor di ragehandinê de hatiye aşkera kirin, hêza dijî teror ew sê terorîste ku ser bi Qatî Debis a wilayeta Kerkûkê ya rêxistina DAIŞê bun û ji aliyê hêzekî dijî teror a ser bi encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê ve hatine girtin.
Nawê sê çekdarên ku hatine girtin ê DAIŞê:
1- terorîst (Şakir Nesredîn Qiriş) ku bi (Ebu Usame û Ebu Osman) tê nasîn.
2- terorîst (Îbrahîm Mehmûd Esed ku bi (Ebu Xelîl)tê nasîn.
3- terorîst (Muhened Nesredîn Qriş).
Basnews
