• Saturday, 21 February 2026
logo

Li Nisêbînê 3 polîsên din hat kuştin!

Li Nisêbînê 3 polîsên din hat kuştin!
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê, 3 polîsên hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.

Li gorî medyaya Tirkiyê, îro li bajarê Nisêbînê şerekî giran di navbera hêzên artêşê û şervanên YPSê de derket.

Hat gotin ku di wî şerî de 3 polîs hatine kuştin û 5 polîs jî birîndar bûne. Yek ji kuştiyan jî polîsekî pilebilind bûye.

Di heyama çend rojên borî de gelek polîs û leşkerên Tirkiyê li Nisêbînê hatine kuştin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan çend roj berê li ser Nisêbînê gotibû, divê bajêr vala bikin û ji dûr de bidin ber topan û wêran bikin!

Serokê MHPê Devlet Bahçelî jî bang li dewlet û artêşê kiribû, 3 roj mohlet bidin xekê Nisêbînê paşê bajêr wêran bikin û kesekî sax nehêlin!

Rudaw
Top