• Saturday, 21 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê kir
Roja pênçşem 07.04.2016 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de ku Angus McKee Konsolê Brîtanya li Hewlêrê amade bû di derbarê pêşhatên siyasiyên dawî ya Iraqê û qeyrana siyasî û sedemên kûrtirbûna qeyrana siyasî de danustandina bîr û ramanan kirin û her wiha behsa prensîpa şeraket û beşdarî û şêwirîna berdewamiya aliyan ya çareseriya giriftan kirin.

Her li vê civînê de tîşk xistin li ser guhertinên meydaniyên dawî ya bereyên şerê dijî terorîstan û amadekariyên operasyona azadkirina Musilê jî hate nirxandin û tekez li ser pêwîstiya rêkkeftina siyasiya di navbera aliyan û pêkhatan ya ji bo qonaxa piştî azadkirina Musilê kirin. Ew jî bi navê rêgirtina li kûrtirbûna kêşeyan û dirustbûna dilniyayî ya pêkhatan ku li paşarojê da jiyan û bexteweriya wan bê mîsoger kirin û êdî karesat dûbare nebin.


Top